Kurdistan
Li Germiyanê bi helkefta Salvegera Enfalê hefteyekê çalakî tên kirin
PeyamaKurd Li devera Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê, bi helkefta sî û yekemîn salvegera Komkujiya Enfalê gelek çalakî tên kirin.
Rêveberiya devera Germiyanê ragihandiye, bi helkefta sî û yekemîn salvegera Komkujiya Enfalê, hefteyekê li Germiyanê çalakî tên kirin û gelek mêvanên biyanî û kurdistanî jî dê beşdarî merasim û çalakiyên bibîranîna mexdûr û qurbaniyên Enfalê bibin.
Rêjîma têkçûyî ya Beisî ya Iraqê, bi armanca tunekirina gelê kurd ji roja 14 nîsana 1988an dest bi komkujkirin û enfalkirina kurdan kiribû. Di encama wê operasyonê de, ku bi navê sûreya Enfal a pirtûka pîroz a misilmanan Quranê hatibû organîzekirin, zêdetirî 182 hezar kurdên bê guneh hatin şehîdkirin û di gorên komî de hatin veşartin.