Kurdistan
Li Geverê hezaz çêbû: Têkilî bi gundekî re qut bû
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku şeva borî li navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, hezaz çêbûye û rê hatine girtin.
Li gorî zanyariyan, piştî hezazê û girtina rê, têkilî bi gundekî Geverê re qut bûye. Hezaz piştî barana zêde û ketina latan bi ser rê de rû daye û hîn jî xebatên vekirina rê dewam dikin.
Gundê ku hezaz çêbûye 30 kîlomtre nêzî sînorên Rojhilatê Kurdistanê ye ku niha çûnûhatina wesayîtan bo wî gundî qut bûye.