Kurdistan
Li Geverê kûçikên birçî êrîsî keriya pez kir: 36 ajal mirar bûn, 11 winda ne
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, kûçikên bêxwedî ku birçî mane êrîşî keriyeke pezê welatiyan kir.
Li gorî zanyariyan, bûyer li gundê Şakistan ê Geverê rû daye û di encama êrîşa kûçikên birçî yên ser keriya pezê welatiyan de, 36 ajal mirar bûne û 11 jî winda ne.
Xwediyê keriyê Teoman Oguz gotiye, dema ew çûne nan bixwin, pezên xwe li ber çem xistine mexelê û di wê demê de kûçikan êrîşî keriyê kiriye.
Xwediyê pez diyar kiriye, 36 mîh mirar bûne, 11 ajal jî winda ne û daxwaz ji rayedaran kir, ji bo vê mexdûriyeta wan alîkariya wan bikin.