TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Girê Spî di navbera Polîsên Leskerî û koma Fesîl El-Mecid de ser rû da: 3 kes brîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 09 mijdar 2021 19:35

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, şer di navbera çekdaran û polîsê leşkerî yê herêmî di derketiye.

Li gorî zanyariyên çavkaniyan, li Girê Spî di navbera koma çekdar a bi navê “Fesîl El-Mecid” û “Polîsên Leşkerî” de şer rû daye û di encamê de 3 polîsên leşkerî birîndar bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku şer li nêzî gundê Til Fender ê Girê Spî rû daye ku koma çekdar a bi navê Fesîl El-Mecid li wir bi cih bûye.

Hat zanîn ku şerê navbera her du aliyan li ser firunekê rû daye.

Tê ragihandin ku xelkê Girê Spî û gundewarên wê nan bi zehmetî tê peyda dikin ji ber ku meclîsa herêmî ya girêdayî Tirkiyê ard li ser firunan qut kiriye.

Parve bike: