TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Girê Spî teqîn: 2 kustî, 14 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 01 hezîran 2022 20:54

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 1ê Hezîranê di encama teqînekê de, li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola Tirkiyê de ye 2 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî medya Tirk êrîş ji aliyê hêzên girêdayî PKKê ango YPG ve hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşa bombeyî de ku li navenda bajarokê Girê Spî rû daye, 2 kesan can daye û 14 jî birîndar bûne ku ew rakirine nexweşxaneyan.

Parve bike: