TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Girê Spî û Serê Kaniyê çekdar û xelkê sivîl pev çûn: 2 kustî, 6 birîndar...

Admin H
Nivîskar
📅 29 mijdar 2020 17:27

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku doh 28ê Mijdarê li bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên ji aliyê artêşa Tirk û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, di navbera çekdaran û xelkê sivîl de pevçûn çêbûye û 2 sivîl hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmê şer û pevçûna di navbera çekdaran û sivîlan de, destpêkê li Serê Kaniyê dest pê kiriye û piştre li Girê Spî jî şer qewimî ye.

Hat zanîn ku pêşî li bazara bajarê Girê Spî pevçûn di navbera xelkê û çekdarên Cebhe El-Şamiyê de derketiye ji ber gulebarana bê ser û ber a çekdaran 2 sivîl hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan sedema pevçûnan ew e ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve li Girê Spî û Serê Kaniyê xaniyên xelkê desteser kirine û veguherandine cihên olî.

Herwiha SOHRê jî daye xuyakirin ku 4 malên xelkê veguherandine peymangehên olî.

Parve bike: