TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li gundekî Kerkûkê agir bi zeviyên cotkarên kurd ket

Admin H
Nivîskar
📅 18 gulan 2021 20:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundekî kurdan ê li nehiya Pirdê ya Kerkûkê agir bi zeviyên cotkaran ket.

Berdevkê rêveberiya berevaniya sivîl li Kerkûkê, Qeys Ebdulrezaq daye xuyakirin ku îro 18ê Gulanê li gundê Şanişîn yê nehiya Pirdê agir bi zeviyên genim ê cotkaran ketiye.

Hat diyarkirin ku tîmên vemirandina agir şewat vemirandine lê hêj rêjeya ziyana ku gihîştiye cotkaran nehatiye hesabkirin.

Parve bike: