Li gundekî Kerkûkê zeviyên cotkarên Kurd hatin dagirkirin
PeyamaKurd - Li navçeya Dubizê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, pirsgirêkeke nû ya xwedîtiya erd û zeviyan di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de derket holê.
Nûnerê cotkarên Sergeranê Mihemed Emîn ragihand ku li gundê Nadravayê zeviyeke 43 donimî ya cotkarekî Kurd ji aliyê hinek kesên ku ji bajarên din hatine û hewla bicihbûnê didin ve hatiye dagirkirin.
Koçber û şêniyên herêmê diyar dikin ku ev kes ji aliyê fermandarên lîhayeke Heşdî Şeibî ve tên piştgirîkirin.
Kurê xwediyê zeviyê Bawan Ebas ragihand ku wan berê di vê zeviyê de ceh çandibû, lê piştî dagirkirinê kesên hatine zevî cot kirine û genim tê de çandine.
Ji bo çareserkirina vê nakokiyê ku di çarçoveya Madeya 140î ya Destûra Iraqê de ye, dosye ji Dadgeha Dubizê re hatiye veguhastin û dadgeh ji Gerînendetiya Çandiniyê ya Iraqê daxuyaniya fermî bixwaze.