TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li gundewarê Efrînê zilamekî 60 salî bi guleyan hat kuştin

Admin H
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2026 10:35

PeyamaKurd - Hate ragihadin ku doh êvarê termê kalemêrekî Kurd di nava zeviyên darên zeytûnê yên li gundewarê Efrînê de di bin şert û mercên nediyar de hat dîtin.

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî ragihand ku welatiyê bi navê Mihemed Murad ku di nav xelkê herêmê de bi navê “Ebû Tewfîq” tê naskirin û temenê wî 60 salî ye, ji gundê Xelnêrê yê ser bi Efrînê ve ye, bi guleyan ji serê xwe ve hatibû qetilkirin.

Li gorî zanyariyan Murad serê sibê bi erebeya xwe ji mal derketibû û çûbû nava zeviyên xwe da ku darên zeytûnê av bide, lê ji ber derengketina wî ya heta saetên êvarê hevjîna wî agahî da zarokên xwe daku li pey bavê xwe bigerin.

Zarokên wî piştî lêgerînê ber bi zeviyan ve çûn û li wir dîtin ku bavê wan bi awayekî hov hatiye kuştin, lê erebeya wî li cihê ku lê danîbû bêyî zirar rawestiyaye.

Piştî bûyerê malbatê agahî da aliyên eleqedar ên li herêmê û piştî lêkolînên destpêkê, cenazeyê wî ji bo definkirinê radestî malbatê hat kirin.

Heta niha nasnameya sûcdaran an jî sedema serekî ya kuştina Mihemed Murad nehatiye zanîn, lê saziyên mafên mirovan ji bo ronîkirina vê bûyerê zextan dikin daku kujer bên dîtin û ev cînayeta nû di lîsteya binpêkirinên mafan de li herêmê were tomarkirin.

Parve bike: