Kurdistan
Li gundewarên Kerkûkê 16 terorîstên DAISê hatin kustin
PeyamaKurd – Di operasyoneke dijî DAIŞê ya li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê de, 16 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Fermandarê Hêzên Operasyona Hevbeş a Kerkûkê Saad Harbiye, ragihand ku li gundewarên başûr ên Kerkûkê dijî DAIŞê operasyon hatiye destpêkirin û got, dema operasyonê li başûrê bajarê Zegetûn û newala Hanazirê pevçûne bi qasî saetekê dom kiriye çêbûye.
Harbiye ragihand ku hevpeymaniya navdewletî jî hêla asmanî piştevaniya operasyonê kiriye û di encamê de 16 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Herwiha hat diyarkirin ku gelek stargehên terorîstan hatine ruxandin û gelek belge hatine desteserkirin.