TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Harranê agir bi fabrika çirçir ket û ni tonan pembû sewitî

Admin M
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2025 23:58

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Harranê agir bi fabrika çirçire ket û bi tonan pembû şewitî. Tîmên îtfaiyê karibûn di nav seetekî de agir vemirînin. Îtfaiye li ser derketina şewata fabrîkê lêkolîna xwe dewam dike.

Şewat, li taxa Çatalhurma ya navça Harranê derket û ewilî karkerên fabrîkê xwestin agir vemirînin. Lê wexta qeweta karkeran negiha vemirandina agir, xeberê dan îtfaiyê û îtfaiyê agir vemirand.

Parve bike: