Kurdistan
Li Hekkariya li 5 deveran 2 hefte qedexe hat danîn
PeyamaKurd- Li navenda Hekkariya û 4 navçeyên wê bo 15 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Biryar ji aliyê parêzgeriya Hekkariya de hat dayîn. Sedema ragihandina qedexeyê ewlekariya taybet ya deveran hat nîşandan.
Li gor ragihandina parêzgeriya Hekkariya wê di wan herêman de operasyonên bo ser PKK ê bên kirin lewra qedexe hatiye danîn. Derketina ji deveran û çûna deveran girêdayê îzna cendirmeyan û polîsan e.
Qedexe li deverên navçeya Çelê, Derecîk, Şemzînan, Gever û navendê ne. Qedexe ji 12 ê mehê siet 00.00 destpêdike û heya roja 26 ê mehê siet 23.59 an dewam dike.