TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hekkariya qeza: 1 mirî û 2 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2019 02:04

PeyamaKurd- Li bajarê Hekkariya li Derecîka ser sînor kamyonetekî ji ser rê derket û qelibî newalê. Ajotvanê kamyonetê  Behram Yıldız jiyana xwe ji dest da. Her dû kesên birîndar bi wasita helîkopteran hatin birin bo nexweşxana dewleyê ya Geverê.

Qeza piştî nîvro siet li dora 3 yan çêbû. Kesên li der û dor, dema qezayê dîtin hatin hawara wan û ji eskeriyê helîkopter hatin xwestin. Helîkopteran birîndaran gihand nexweşxanê û cenazê ajotvan birin nexweşxaneya Şemzînanê bo otopsiyê.

Parve bike: