TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê 149 kes bas bûn û 5 kesên din bi vîrusê ketin

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2020 22:53

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawî de, li Herêma Kurdistanê di encama testan de derketiye ku 5 kesên din tûşî vîrusa korona bûne û bi giştî hejmara tûşbûyên Covid-19 gihîştiye 330 kesan.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 4 kes ji vîrusa korona mirin e û 149 kes jî ji wê nexweşîyê baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Ragihandina Wezareta Tenduristîyê ya 12ê Nîsanê û amarên dawî wiha ne:

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

  • Kerentîn:

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (6,932) hevwelatî bûn di 32 cihên cuda de. Niha tenê (1,226) hevwelatî di kerentînan de man e, (712) li Hewlêrê, (47) li Silêmanîyê, 392) li Duhokê, (48) li Helebce, (9) li Germîyan, (18) jî li Raperîn. (5,706) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (101) Hevwelatî ne.

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,002) pişkinîn hatin encamadan. (512) li Hewlêrê, (184) li Silêmanîyê û (360) jî li Duhokê.

Di encam de, (5) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:

  • Li Parêzgeha Hewlêrê: (1) Erênî, ku zelamekê temen (27) salî ye, rûniştvanê bajrê Hewlêrê ye û berketîyê tûşbûyên berîye.
  • Li Parêzgeha Silêmanîyê: (4) erênî, ku 3 jinêntemen (20,25, 15) salî ne, li gel zelamekê temen 25 salî ku berketîyê tûşbûyên berê ne.

Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (330) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (149) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin. 

Parve bike: