TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din ji ber Koronayê can dan

Admin L
Nivîskar
📅 14 tebax 2021 19:54

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, 827 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 19 kes jî ji ber can dan.

Îro roja Sêşemê 14.08.2021ê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û de diyar kir, di heyama 24 saetên dawîn de, 827 berketiyên nû yên Koronayê hatine destnîşankirin û 19 kes jî bi Koronayê mirine û 2.010 berketiyên Koronayê jî baş bûne.

Herwiha heta niha li serzanserî Herêma Kurdsitanê, 264 hezar û 802 kes bi Koronayê ketine û  213 hezar û 510 berketî baş bûne û 46 hezar û 253  kes di bin tedawiyê de ne û 5 hezar û 39 kes jî bi Koronayê can dane.

Parve bike: