Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê 19 wefat û 2020 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 19 kesên din bi koronayê mirin û 2 hezar û 20 kesên din jî bi koronayê ketin.
Di daxuyaniya 15ê Tebaxê ya Wezareta Tenduristiya Kurdistanê de hat ragihandin, di nav 24 saetên borî de 2020 kesên din bi koronayê ketine û 1896 pêketî jî baş bûne.
Wezaretê herwiha eşkere kir ku ji dohî ve 19 nexweşên koronayê can dane û hejmara mirinan ji destpêkê heta niha gihîştiye 5 hezar û 58 kesan.