TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê 2 welatî birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 03 îlon 2021 12:36

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê, 2 welatiyên nahiya Şêladizê ku temenên wan 39 û 45 salî ne, birîndar bûn.

Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman diyar kiriye; 2 welatiyên ku ji bo nêçîra masiyan çûne gundê Sîdan ê li nahiya Şêladizê, ji nişka ve bûne armanca balafirên Tirkiyê û di encama bombebarana balafiran de birîndar bûne.

Warşîn Selman herwiha daye zanîn, birînên her du welatiyan sivik e û piştî wergirtina tedawiya pêwîst, ew şandin malê.

Selman destnîşan kiriye, devera her du welatî çûbûn, gelek dûr e û bi salan e gundên wan deveran vala ne û bi awayekî berdewam dibin armanca balafirên Tirkiyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di van çend salên derbasbûyî de, li sînorê navçeya Amêdiyê ji ber bombebaranên balafirên Tirkiyê, 36 welatiyên deverê hatine şehîdkirin û çendîn welatiyên sivîl jî hatine birîndarkirin.

Parve bike: