TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê 22 kesên din ji ber Koronayê can dan

Admin L
Nivîskar
📅 25 tebax 2021 12:37

PeyamaKurd  Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de, 1869 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 22 kesan can dan.

Wezareta Tendirustiyê do bi daxuyaniyekê diyar kir,; di 24 saetên borî de, 1869 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 502 kes li Hewlêrê, 787 kes li Silêmaniyê, 423 kes li Duhokê, 54 kes li Helebceyê, 78 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.

Herwiha eşkere kir, di nav 24 saetan de, 22 kesan can dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha hat destnîşankirin, di 24 saetan de 2351 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 370 kes li Hewlêrê, 967 kes li Silêmaniyê, 881 kes li Duhokê, 31 kes li Helebceyê, 55 kes li Germiyanê û 47 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî: Pêketin: 282729, Mirin: 5262, Başbûn: 234621

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Parve bike: