TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi vîrûsa korona ketin

Admin H
Nivîskar
📅 09 adar 2020 03:43

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand ku 3 haletên nû yên pêketina vîrusa koronayê hatine piştrast kirin.

Li gorî daxuyaniyê du kes li Silêmaniyê û kesek jî li Hewlêrê ye û bi vî awayî hejmara nexweşên vîrûsa koronaya nû Covid-19 bûye 13 kes li Herêma Kurdistanê.

Heta niha meleyekî bi vîrusa COVID-19 li bajarê Silêmaniyê can daye.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku 1790 kesên bi gumana COVID-19 di bin qerentînê de bûn, paqij derketine.

Wezaret daxwazê ji hemwelatiyên Kurdistanê dike, li gorî rênimayên tenduristiyê tevbigerin û ji bo rewşên bi guman serî li navendên pizîşkî bidin.

Parve bike: