Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê 597 pêketiyên nû û 25 haletên mirinê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenuiristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 597 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezaretê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 597 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 160 kes li Hewlêrê, 110 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê, 273 kes li Duhokê û 27 kes li Helebceyê ne.
Hat diyarkirin ku ji 25 kesên ji ber vîrûsa koronayê can dane jî 6 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Raperînê û 3 kes li Duhokê ne.
Herwiha li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêran de 323 kes baş bûne ku 222 kes li Hewlêrê, 33 kes li Silêmaniyê, 38 kes li Germiyanê û 30 kes li Helebceyê ne.
Amarên giştî wiha ne:
Pêketin: 31132
Mirin: 1173
Başbûn: 19701