Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê 6 kes bi sedema Kovid-19 ê wefat kirin
PeyamaKurd – Li Herêma kurdstanê îro 6 nexweş ji ber Kovid-19 ê wefat kirin û 195 kesên din bi Kovid-19 ê ketin. Li gor ragihandina wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; ji wan 195 kesên nexweş ketine 46 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 137 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Li gorî rêjeyên wezaretê, 6 kesên wefat kirine, ji wan 3 kes li Hewlêrê, kesekî li Silêmaniyê, kesekî li Raperîn û kesek jî li Germiyanê ye. Rêjeyên tevahî yên pandemiyê wehanin:
115.210 test heya niha posîtîv derketine.
195 testên îro posîtîv derketine.
6 nexweş îro wefat kirine.
162 nexweş îro baş bûne.
3.591 nexweş heya niha wefat kirine.
106.677 nexweş heya îro baş bûne.