Li Herêma Kurdistanê hilberîna zeytûnan dê bigihê 25 hezar tonî
PeyamaKurd – Wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku hilberîna zeytûnan zêde bûye û miqdarê zeytûnan yên îsal dê bigihê 25 hezar tonî.
Berdevkê wezaretê Karaman Qadir ji bo Rûdawê ragihandiye ku karê zeytûnan li Herêma Kurdistanê di nav çandiniyê de yek ji wan berhemên herî girîng e.
Berdevk ragihandiye ku zeytûn li gor sala borî zêde bûye û weha dewam kiriye:
“Di sala borî de miqdarê zeytûnan li dora 18 hezar tonan bû lê îsal wê texmînî bigihê dora 25 hezar tonan. Hilberîn têra bazara Kurdistanê dike, wê hinek jê bifroşin orta Iraqê û Başûrê Iraqê û welatên Kendavê. Ji bo zêdekirina cûreyên zeytûnan jî îxcata ji Sûriyê, Tirkiyê, Îspanya û Îtalyayê dewam dike.”
Li gor rêjeyên wezaretê; li seranserê herêma Kurdistanê li dora 4 milyon darên zeytûnan hene û bajarê Duhokê di rêza yekem de ye.