Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê îro 1.312 pêketiyên pandemiyê hene
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa îro ya pandemiyê bi rêjeyan ve belav kir. Li gor rêjeyê îro 1.312 kes bi Kovid-19 ê ketine û 4 nexweş jiyana xwe ji dest dane. Rêjeyên wezaretê wehanin:
2.234.919 test heya îro hatine kirin.
197.385 test heya îro posîtîv derketine.
10.045 test îro hatine kirin.
1.312 testên îro posîtîv derketine.
4 nexweş îro wefat kirine.
914 nexweş îro baş bûne.
182.386 nexweş heya îro baş bûne.
4.548 nexweş heya îro mirine.
10.451 nexweş dermankirina wan an karantîna ya wan dewam dike.