Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê ji bo tenduristiyê 3 fetwa hatin derxistin
PeyamaKurd - Encumena Bilind ya Fetwayê li Herêma Kurdistanê ku bi ser Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê ve ye, derbarê tenduristiyê, nojdaran û dermanxaneyan de 3 fetwa derxistin.
Li gorî fetwaya yekem; her rêkeftineke di navbera nojdaran û dermanxaneyan de, ku bi ziyana nexweşan be, heram e.
Di fetwaya duyem de jî hat gotin; her reçeteyek û tehlîl û testek ku li dijî qanûnên nojdariyê û şîretên tenduristiyê be, heram e.
Encumena Bilind ya Fetwayê di fetwaya din de jî got; firotina dermanên ku ji kontrola kalîtê derneçûbûn yan jî xira bibin, heram e.