Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê kes ji ber Kovid-19 ê nemiriye
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 30 yê adara 2022 an de ti kes ji ber Kovid-19 ê nemiriye. Wezaret jimarên rojane û yên giştî yên Kovid-19 ê weha ragihand:
Jimarên Îro:
11.114 test îro hatin kirin
53 pêketiyên îro hene
86 nexweş îro baş bûn
Jimarên heya niha yên giştî:
4.134.354 test heya îro hatine kirin
436.255 heya îro bi Kovid-19 ê pêketine
427.972 nexweş heya îro baş bûne
7.431 nexweş heya îro wefat kirine