Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê rewsa Kovid-19 ê : 1.356 pêketî û 5 wefat hene
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeyên Kovid-19 ê ragihand. Li gor rêjeyên îro 1.356 kes testên wan posîtîv derketine û 5 nexweş jiyana xwe ji dest dane. Rêjeyên wezaretê bi giştî wehanin:
2.245.318 test heya îro hatine kirin.
198.741 test heya îro posîtîv derketine.
10.399 test îro hatine kirin.
1.356 testên îro posîtîv derketine.
5 nexweş îro wefat kirine.
775 nexweş îro baş bûne.
183.161 nexweş heya îro baş bûne.
4.553 nexweş heya îro wefat kirine.
11.027 nexweş tedawiya wan an karantîna wan dewam dike.