TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê tenê 63 nexwesên Covid-19ê mane

📅 27 adar 2020 15:23

PeyamaKurd - Li parêzgeha Silêmaniyê kesek din bi nexweşiya Covid-19ê ket.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê şeva borî ragihand, li Silêmaniyê têsta koronaya nifşê nû (Covid-19) ya kesek din pozîtîf derketiye.

Li gorî agahiyan berdest, ew kesa ku bi koronayê  (Covid-19) ketiye, jineke 56 salî û hevjîna kesekî ye ku bi wê nexweşiyê ketiye.

Bi wê nexweşê re hejmara kesên bi wê nexweşiyê li Herêma Kurdistanê gihîşt 104 kesan ku 39 jê baş bûne û 2 jî mirine.

 

Parve bike: