Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê UNESCO wê pistevaniya xwendina bilind bike
PeyamaKurd - Nûnerê Iraqê yê UNESCO piştevanî û hevkariya rêxistina xwe ji bo xwendina bilind ya sala nû li Herêma Kurdistanê derbirî û Wezîrê Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê jî ragihand, rêkarên rêxistina UNESCO di wezaretê de bi cîh dikin.
Di daxuyaniya Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin, îro Dr. Aram Mihemmed Wezîrê Xwendina Bilind û Profesor Dr. Mehmûd Şakir Elmula Xelef Nûnerê Herdemiya Hikûmeta Iraqê, li rêxistina UNESCO civiyan.
Xelef rêkarên Wezareta Xwendina Bilind ya ji bo proseya xwendina li dema pejika Koronayê bilind nirxand û piştevanî û hevkariya xwe û rêxistina xwe ji bo plan û stratejiya Wezaretê ya ji bo xwendina sala nû ya li Herêma Kurdistanê derbirî.