TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herzexê qeza: 4 mirî û 2 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 28 adar 2021 03:35

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Şirnexê li navçeya Herzexê (İdil) erebeyeka bazirganî û otomobîlekî lihev ketin û di encamê de 4 kes wefat kirin û 2 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê li ser rêya Şirnex-Mêrdînê çêbû.

Di qezayê de ajotvanê otomobîlê Osman Urat û kesên di otomobîlê de Kezban Aşkın û Ronî Aşkın (3), ajotvanê erebeya bazirganî Abdullah Dündar û rêwî Mehmet Ali Önder û Veli önder birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina hemewelatiyan tîmên cendirmeyan, îtfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndaran kontrol kirin û dîtin ku Kezban Aşkın, Osman Urat, Abdullah Dündar û Mehmet Ali Önder jiyana xwe ji dest dane. Birîndar Roni Aşkın û Veli Önder bo dermankirinê birin nexweşxana Herzexê.

Kesên di qezayê de wefat kirin cenazeyên wan birin morga nexweşxana Herzexê bo otopsiyê.

Lêpirsîna li ser qezayê dewam dike.

Parve bike: