Kurdistan
Li Hesekê alozî: Xwepêşandanên nerazîbûnê belav bûn
PeyamaKurd - Piştî bûyerên doh ku ji aliyê komên Ereb ve bêrêzî li sembolên Kurdî hate kirin û nivîsên ser tabelayên Kurdî hatin xerakirin, îro jî li seranserê bajêr xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin.
Li bajarê Hesekê di dema xwepêşandan û bûyeran de milkên giştî û taybet hatin wêran-kirin û destdirêjî li sembolên kurdî hate kirin.
Xwepêşandanên ku ji taxa Xiwêran dest pê kirin, piştî destwerdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kontrolkirin da ku çalakî negihîje taxên bakurê bajar û tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Xwepêşanderên Ereb dixwazin êrişî taxên Kurdan bikin, hinek Ereb kom bûne û dixwazin êrişî taxên Kurdan bikin
Hêzên ewlehiyê û Asayîş dixwazin rê li ber bûyeran bigirin û tedbîrên ewlehiyê distînin