Kurdistan
Li Hesekê bi dronê êrîsî wesayîtekê kirin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Hesekê yê Rojava li dijî wesayitekê êrîşek bi drone hatiye lidarxistin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama êrîşa balafirên bêmirov ên li ser otomobîleke leşkerî li ser rêya navbera Til Temr û Hesekê de, birîndar hene.
Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafirên keşfê de dengê teqîneke tund hat bihîstin û ambûlans çûn herêmê.
Li aliyê din, li gorî Rewangehê, ji destpêka sala 2023an û vir ve, hejmara êrîşên balafirên keşfê yên Tirk li ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojava de, derketiye 106an. Hat ragihandin ku di van êrîşan de 86 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 95 kes jî birîndar bûne.