TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hesekê bombe bi sivîlan de teqiya

Admin H
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2019 17:09

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama teqîna bombeyeke çandî de, li Hesekê welatiyekî sivîl can da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina Ajansa SANA ya Sûriyê, bombeyeke vedayî li devera Mergede li başûrê Hesekê teqiya û di encamê de welatiyekî sivîl can da û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Teqînên bi vî rengî li Rojavayê Kurdistanê herêmên Sûriyê yên ji bin dagirkeriya DAIŞê derketine berdewam dikin.

Li gorî amaran, ji serê sala 2019an ve di encama teqînên bombeyên paşmayên şer, li gundewarên Heseke, Dêrazor û Reqayê 242 kesan can daye ku 68 ji wan jî zarok in.

Parve bike: