Kurdistan
Li Hesekê motorsiklêtek hat teqandin
PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê îro yekşemê motorsiklêteke bombebarkirê hat teqandin.
Hat zanîn ku motorsîklêteke bombebarkirî û li nêzîkî Qada Sebax li derwazeya bakurê bajarê Hesekê çêbûye.
Li gorî zanyariyên hatine, di teqînê de ti zirarên canî çênebûne û Hêzên Asayişa Hesekê gihîştin ecihê teqînê û dest bi lêkolînan kirine.
Beriya çend rojan li bajarê Qamişlo 3 teqîn çêbûbûn û bi dehan kesan can dabû û birîndar bûbûn. Berpirsiya wan teqînan rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girtibû.