TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hesekê motorsiklêteke bombebarkirî hat teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2021 00:09

 PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê danê êvarê li Taxa Xwêran a parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê motorsîkleteke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî zanyariyên xwecihî teqîn li nêzîkî Dermanxaneya El-Nûr a li taxa El-Gwêran rû daye û di encama teqandina motorsiklêteke bombebarkirî de pêk hatiye.

Hat zanîn ku di encama teqînê de du kes birîndar bûne û birîndar ji bo nxweşxaneyeke bajêr hatine veguhestin.

Piştî teqînê Hêzên Asayîşa Hundirîn ên Rêveberiya Xweser, ji bo naskirina nasnameya ajokarê motorsikletê dest bi lêkolînê kirine.

Parve bike: