Kurdistan
Li Hewlêr û Nînowayê erdhejek çêbû
PeyamaKurd- Li çend navçeyên di navbera her du parêzgehên Hewlêr û Nînowayê de erdhejek çêbû.
Li gorî Navenda Cîhanê ya Çavdêriya Erdhejê, erdhejek bi dijwariya 4.9 bi pileya rîxterê li navçeya Kelek û Giwêr ên di navbera Hewlêrê û Nînowayê de rû da.
Hat ragihandin, Li navenda bajarê Hewlêrê û beşek ji parêzgeha Kerkûkê hest bi erdhejê hate kirin.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha derbarê ziyanên erdhejê de, zanyarî nehatine ragihandin.