Kurdistan
Li Hewlêrê 10 kes bas bûn, li Duhokê jî 2 pêketiyên nû…
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê tûşbûna 2 kesên din bi vîrusa koronayê li parêzgeha Duhokê ragihand. Herwiha li Hewlêrê jî 10 nexweşên koronayê baş bûn û vegeriyan malên xwe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di berdewamîya pişkinînan û geryana li dûv tûşbûyan de, 2 tûşbûyên din ên koronaya nû Covid-19 li parêzgeha Duhokê hatin destnîşankirin ku 2 jinên temen 48 û 44 salî ne û berkeftîyên tûşbûyên berê ne û di karantîneyê de bûn.
Li aliyê din Rêveberîya Giştîya Tenduristîya Hewlêrê jî ragihand ku 10 tûşbûyên koronayê li parêzgeha Hewlêrê baş bûne û vegerîyan malên xwe.
Li gorî daxuyaniyê heya niha hejmara tûşbûyên li parêzgeha Hewlêrê baş bûne gihiştîye 243 kesan.