TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê 2 kes, li Duhok û Silêmaniyê jî hemû nexwesên korona bas bûn

Admin H
Nivîskar
📅 10 gulan 2020 21:03

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê ragihand ku tevahiya kesên ku li Duhokê bi vîrusa koronayê ketibûn, baş bûne.

Tenduristiya Duhokê di daxuyaniya xwe da zanîn, li Duhokê tenê 3 kesên ku bi vîrusa koronayê ketibûn, mabûn. Ew jî baş bûne û êdî ti nexweşekî din nemaye.

Li gorî Tenduristiya Duhokê, bi giştî li Duhokê 19 kes bi vîrusa koronayê ketibûn û hemû jî baş bûne vegeriyane malên xwe.

Herwiha li Silêmanîyê jî ti nexweşên kronayê nemane.

Li gorî ragihandina Tendurîstîya Hewlêrê jî 2 tûşbûyên koronayê baş bûne û vegerîyane malên xwe. Li gorî amarên dawî li Herêma Kurdistanê tenê 15 nexweşên vîrusa koronayê mane ku ew jî li Hewlêrê ne.

Parve bike: