Li Hewlêrê bazareke nû ji dikandarên zîv re tê avakirin
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bazareke hevçerx ji bo dikandarên zîv tê avakirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Cihê vê bazara hevçerx, diyariya hukûmetê ye û em ê her derfetekê ji welatîyan re pêşkêş bikin, da ku karê xwe û debara jîyana xwe bikin.
Xoşnaw da xuyakirin, di vê bazarê de zêdetir ji 600 dikan têne dirustkirin û hemû xizmetguzarî jê re têne dabînkirin û dê geracek ji bo rawestandina otomobîlan jî tê de be.
Hêjayî gotinê ye, di meha Tîrmeha sala 2020an de, bazara zîv li taxa Kurdistan a Hewlêrê şewitî û ziyan gihîşt 250 dikanên wê bazarê, ji ber vê yekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara qerebûkirina dikandaran da û niha ev biryar tê bicihkirin.