TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê di buhira peyayan de bombe teqiya

Admin M
Nivîskar
📅 02 îlon 2023 03:02

PeyamaKurd – Li payîtexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê (Erbîl) li kolana herî qelebalix, di buhiya peyayan de bombeyekî teqiya lê di teqînê de zerara maddî û canî çênebû. Teqîn di cadda 60 metre de li kêleka Mizgefta Sipî de çêbû.

Li ser agahdarkirina hemwelatiyan tîmên antî terorê çûn ciyê bûyerê. Li gor ragihandina navenda tîmên antî terorê; bûyer di 18.29an de çêbûye lê ti zarar negihaye can û mal.

Lêpirsîna tîmên antî terorê dewam dike.

Parve bike: