Kurdistan
Li Hewlêrê digel du kesan 25 kg tilyak hat desteserkirin
PeyamaKurd - Li Hewlêrê 2 kes bi tohmeta bazirganîya madeyên hişbir hatin girtin ku bi wan re25 kg madeya “tilyak” hat desteserkirin.
Rêveberiya nehîştina madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên asayişê bi alîkariya rêveberiya nehîştina madeyên hişbir ya Hacî Omeran 2 kes girtin û bi wan re jî 25 kg tilyaka ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê kiribûn desteser kirin.
Asayişê daye xuyakirin ku ew du kesên han xelkê devera Şarbajêr ya Silêmaniyê ne û 25 kg tilyak bi qaçaxî derbasî Hewlêrê kiribûn.