Kurdistan
Li Hewlêrê du kesan ji koronayê can da
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 2 nexweşên vîusa koronayê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tenduristiyê bi daxuyaniyekê ragihand, 2 nexweşên koronayê li parêzgeha Hewlêrê can dane ku yek ji wan peyayekî 71 salî ji nehiya Kesnezanê û jineke 70 salî ji qezaya Çomanê ye.
Wezareta Tenduristiyê sersaxî ji malbata wan herdu kesên can dane re xwest û hêvî kir welatî pabendî tedbîrên teduristiyê bibin.
Hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine gihîştiye 2101 kesan û hejmara kesên can dane jî bûye 44 kes.