TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê endamekî PDK-I yê hat kustin

Admin M
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2023 02:32

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-I) ragihand ku li Hewlêrê li nahiya Behirkê cenazê endamê wan yê bi navê Siyamen Şaboyî hatiye dîtin. Şaboyî bi çek hatiye kuştin û PDK-I gotiye ku ew bi hukumeta herêma Kurdistanê bi hev re lêpirsînê didin meşandin. Li aliyê dinê çalakvanê mafê mirovan Erselan Yarehmedî ji bo Rûdawê gotiye:

“Hevalê min yê nêz bû. Karê hesingeriyê dikir. Erebeyekî bi plaka başûrê Iraqê diçe dukkana wî. Jê re dibêjin ku bi wan re here pîvana cam û pencereyên wan bigre. Ew jî diçe û di pey de jê agahî nayê sitendin. Îro seet di 15.00an de cenazê Siyamen Şaboyî li nahiya Behirkê li gundê Qadirawe hatiye dîtin. Diyare ji paş de bi gulê li serê wî xistine.

Telefon û eşyayên wî jî birine. Îro ji telefona wî ji min re peyamekî hat. Xwuyaye ku bicîhanînekî nûh daxistine ser telefonê. Ev, nîşan didie ku telefon hêj di destê wan de ye.”

PDK-I ragihand ku bûyerekî terorîstiye û Îran ji xwe re kujeran girtiye û wî kuştine.

Parve bike: