Li Hewlêrê helmeta paqijî û xemilandina dibistanan
PeyamaKurd - Li gel nêzîkbûna destpêka sala nû ya xwendinê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê helmeteke berfireh ji bo paqijkirin, boyaxkirin û nexşandina dîwarên dibistanan da destpêkirin.
Rêveberê Şaredariya Şeşê Çapûk Ebdulezîz Sidîq ragihand ku ev kampanya bi armanca rakirina reklamên bazirganî yên bêdestûr û nivîsînên ku sîmaya navendên xwendinê xera dikin hatiye destpêkirin û di qonaxên bê de li hemî şaredariyên din jî dê bê berfirehkirin.
Di çarçoveya vê helmetê de, bi hevahengiya rêxistinên civaka sivîl, dîwarên dibistanan bi dirûşmên perwerdeyî û jîngehparêziyê tên xemilandin.
Şaredariyê her wiha hişyarî da ku her kes an kompaniyeke ku dîwarên dibistanan pîs bike, bi rêya kamerayên çavdêriyê dê bê tespîtkirin û rûbirûyî rêkarên tund ên qanûnî bibe, da ku berî destpêkirina xwendinê dibistan bi sîmayeke nû pêşwaziya xwendekaran bikin.