Kurdistan
Li Hewlêrê kesekî din ji koronayê bas bû
PeyamaKurd – Tenduristiya Giştî ya Hewlêrê ragihand ku kesekî din ji nexweşiya Covid-19 baş bûye û ew şandine mal.
Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê Dr Dilovan Mihemed bi daxuyaniyekê ragihand ku pêketiyekî din ê vîrusa koronayê li Hewlêrê, piştî wergirtina çareseriyê û pişkinînên dawî bi temamî baş bûye û ji bo malê hatiye şandin.
Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê da xuyakirin ku heta niha 197 nexweşên koronayê li Hewlêrê baş bûne û tenê 14 kes di nexweşxaneyan de mane.