Li Hewlêrê kevirê pojeyeke din a girîng hat danîn
PeyamaKurd – Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kevirê bingeha santrala elektrîkê ya Kesnezan bi merasîmekê hat danîn.
Di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, îro li Hewlêrê bi beşdariya Wezîrê Kehrebeyê Kemal Mihemed û Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî bi merasîmekê kevirê bingeha projeya girêdana westgeha Kesnezan a bi xîça 132 KV hat danîn.
Projeya navborî bi serperiştîya Wezareta Kehrebayê di dema 60 rojan de dê were encamdan ku wê Westgeha Kesnezan 132 KV elektrîkê hilberîne daku pêdiviya elekrîkê li tevahiya devera Kesnezan a Hewlêrê û rojhilatê bajêr kêm bike.
Hefteya borî jî bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, projeya wêstgeha Kehrebaya helmê ya Xebat bi zêdetir ji 564 milyon dolaran hatibû destpêkirin ku wê ew santral bi rêjeya %10 Kehrebaya Herêma Kurdistanê zêde bike.