TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê konsûlxaneya Ermenistanê tê vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 îlon 2020 18:14

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragihand ku di demeke nêzîk de Konsûlxaneya Ermisttanê li Hewlêrê tê vekirin û got, rêveberiya bajêr amade ye bi her awayî hevahengî, hevkarî û hêsankariyê jê re bike.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî îro 9ê Îlonê li Dîwana Parêzgehê pêşwazî li Balyozê Komara Ermenistanê yê Iraqê Hrachya Boladyan kir.

Hat ragihandin ku di civînê de, Firset Sofî û Hrachya Boladyan behsa pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera Ermenistan û Kurdistanê de kirin.

Firset Sofî got: “Me tekezî li ser girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên dîrokî û dostane yên Yêrîvan û Hewlêrê e kirin, bi taybet di warê bazirganî, pîşesazî û geştiyarî de.”

Parêzgarê Hewlêrê ragihand: “Di demeke nêzîk de Konsûlxaneya Giştî ya Ermenistanê li Hewlêrê tê vekirin. Her çi ji hêsankarî, hevkarî û hevahengî pêwîst be, em wek rêveberiya bajêr amade ne bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Hewlêrê zêdetirî 20 konsûlxaneyên welatan û hejmarek jî nivîsgehên konsûlxaneyan û 6 konsolxaneyên fexrî yên welatan hene.

Parve bike: