TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê maratona roja cîhanî ya berhingarbûna gendeliyê tê kirin

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2023 17:29

PeyamaKurd - Îro di 8ê Berfembar a 2023an de, maratonek li bajarê Hewlêrê bi helkefta roja cîhanî ya berhingarbûna gendeliyê tê kirin, bi hevahengiya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya Destpakiyê hatiye rêkxistin ku ji bo navendên perwerdeyê hatiye taybetkitin û dibistan tevlî wê bûne.

Vê maratonê ji Parka Samî Ebdulrehman dest pê kir û dê heta Avahiyê Perlemana Kurdistanê berdewam be ku dibe du kîlometir.

Serperiştê Perwerdeyî Deştî Mecîd ragehand ku, ev zêdetirî mehekê ye ew amadekariyan ji bo vê maratonê dikin û nêzî 30 navbeynkaran serperiştiya wê dikin.

Deştî Mecîd ron kir ku, ev marathon girêdayî xwendekaran e û pênc navendên perwerdeyê tevlî wê bûne.

 

Parve bike: