TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê qonaxa dijwar derbas bû, lê qedexe wê bê dirêjkirin

Admin H
Nivîskar
📅 31 adar 2020 19:52

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî ragihand ku qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê tê dirêjkirin, lê hêsankarî ji welatiyan re têne kirin û pêdaçûn bi piraniya rênima û biryarên pêşî de têne kirin. 

Parzêgarê Hewlêrê ji K24ê re gotiye, “Me qonaxa dijwar derbas kir û spasiya welatiyên Hewlêrê dikim, ku rênima bicih dikirin.”

Qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê û li seranserî Herêma Kurdistanê heta sibe 1ê Nîsanê hatibû ragihandin.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku dê qedexe bê dirêjkirin, lê hûrgiliyên qedexeyê dê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ve bêne ragihandin.

Parve bike: