Kurdistan
Li Hilwanê hevserokên saredariyê mazbataya xwe wergirtin
PeyamaKurd – Li navçeya Hilwan (Cûrnê Reş) a Rihayê ku 2yê Hezîranê hilbijartin hatibû dubarekirin û namzedên DEM Partiyê bi ser ketibûn, dest bi kar kirin.
Hevserokên Şaredariya Hilwanê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş, îro 5ê Hezîranê mazbataya xwe ji Desteya Hilbijartinan a Navçeya Hilwanê wergirtin û dest bi kar kirin.
Serokê Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Bekir Karakeçili dema merasîma wergirtina mazbatayê, axaftinek kir û got ku ew vê serkeftinê diyarî Colemêrgê dikin.
Hevşaredarên Hilwanê jî bal kişandin ser tayînkirina qeyûm bi ser şaredariya Colemêrgê de û diyar kirin, “Çawa ku 31ê Adarê îradeya me hatibû xespkirin îro jî ya gelê Colemêrgê hatiye xespkirin. Îradeya tevaya gelê Kurd hatiye xespkirin. Wê têkoşîna me dewam bike.”