Kurdistan
Li hotêleke Hewlêrê termê Kurdekî Rojava hat dîtin
PeyamaKurd - Polîsê Hewlêrê ragihand, termê kurdekî Rojavayê Kurdistanê li hotêleke bajarê Hewlêrê daliqandî hatiye dîtin.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ji medya Kurdistanê re ragihand, “îro piştî nîvro li hotela Leyalî Qelhe ya li bajarê Hewlêrê termê kesekî ji Rojavayê Kurdistanê hatiye dîtin.”
Hogir Ezîz got, navê wî kesî Nesredîn Mihemed (31 salî) xelkê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bûye ku ji bo kar hatibû Hewlêrê.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê da xuyakirin ku Nesredîn Mihemed di odeyeke hotêlê de xwe daliqandinî ye û dawî li jiyana xwe aniye.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.